Xelkê Siwêdayê banga dûrxistina Esed ji deshilata Sûriyê kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê ku yek ji navenda protestoyên destpêka 2011an e, li dijî rejîma Esed xwepêşandanek hate lidarxistin.
Li gorî ragihandina SOHRê bi sedan xelkê Siwêdayê li hev kom bûn û dirûşmên dûrxistina Beşar Esed ji desthilatê bilind kirin.
Li Siwêdayê tevî lihevkirina di hin waran de bi hikûmeta Şamê re jî ji ber krîza aborî û piştguhkirina herêmê gelek caran protestoyên cemawerî birêve diçin.
Di xwepêşandana dawî ya li gundê El Sûra yê bakurê Siwêdayê xelkê bi ser avahiya şaredariyê girt û li gundê Qîsma yê rojhilatê Siwêdayê jî welatiyan ji bo piştgiriya xwepêşandanên bajêr dikanên xwe girtin.
Hêjayî gotinê ye, du rojên dawî li seranserê herêma Siwêdayê li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandan têne kirin û yek ji daxwazan jî damezrandina rêveberiyeke nenavendî ye li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin