Xosnaw: Nûjenkirina Bazara Qeyserîyê di nav 6 mehan de bidawî dibe
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got, proseya nûjenkirina Bazara Qeyseriyê bi lez tê kirin, da ku kasibkar û bazirgan di zûtirîn demê de vegerin ser karê xwe.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 23ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand, dema bazara Qeyseriyê şewitî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî rojekê serdana bazarê kir û saziyên pêwendîdar raspardin ku di zûtirîn dem de dest bi çakirina beşa şewitî bikin.
Umêd Xoşnaw got: “Me proje bi îhale ragihand ji bo bilez dest bi proseya nûjenkirinê bê kirin, lewra proje bi du kompanyayan hat dayîn, daku bi baştirîn awa û di zûtirîn demê de bazarê nûjen bikin.”
Xoşnaw diyar kir, “Her du kompaniyan rojek piştî wergirtina îhaleyê dest bi karê xwe kirine, niha prose bi lez û bez tê kirin û di rojên betlaneyê de kar û xebat bi sê dewreyan didome.”
Umêd Xoşnaw got: “Me îro serdana bazarê kir, ta ku bazirganan piştrast bikin ku proseya nûjenkirinê bi lez birêve diçe. Moleta yasayî ya temamkirina pêvajoyê salek e, lê li gorî me şopandiye, dê di nîvê wê demê de, ango di şeş mehan temam bibe.”
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê, 5 milyar û 300 milyon dînar hatine terxankirin.
Hêjayî gotinê ye, şeva 5ê Gulana 2024an agir bi bazara dîrokî û kulturî ya Hewlêrê (Bazara Qeyserî) ket û 227 dukan û 7 komkeh şewitîn û 132 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin