Xwepêsanderan li Meksîkayê deriyê Qesra Neteweyî sikandin
PeyamaKurd – Bi dehan xwepêşanderên ku bûyera bi navê "Doza Ayotzinapa" ya li Meksîkayê tê binavkirin û tê de 43 xwendekar piştî hatin desteserkirin di sala 2014an de hatin wendakirin protesto kirin, di civîna çapemeniyê ya rojane ya Serokdewlet Andres Manuel Lopez Obrador de bi kamyonekê deriyê Qesra Neteweyî şikandin.
Obrador di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Qesra Neteweyî ya dema bûyerê de axivî û derbarê bûyerê de wiha got, "Ev çalakiyek li dijî me ye. Ev plana provokasyonê ya pir eşkere ye. Ji me dixwazin bi tundiyê bersivê bidin. Em ê vê nekin, em zilmê nakin. Pirsgirêk nîne, wê derî bê temîrkirin."
Serok Obrador diyar kir ku ew ê di nava 15 rojan de bi xwepêşanderan re hevdîtinê pêk bînin û got, parêzerên bi xwepêşanderan re "armancên siyasî dişopînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin