Xwepêsandanên li dijî serokê Belarûsê Lukashenko 15 roj in berdewam dikin
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên seroktiyê, li Belarûsê protestoyên li dijî hilbijartinan 15 roj in berdewam dikin. Bi hezaran xwepêşanderên ku roja Yekşemê li Mînsk ya paytext kom bûn bi sloganên li ser azadiyê bang li Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko yê 26 sal in li desthilatê ye kirin da ku karvekişîna xwe ragihîne.
Di protestoyên li dijî Lukashenko de, heta niha herî kêm 2 kes hatine kuştin, ji 7000 kesan zêdetir jî hatine desteserkirin.
Amerîka û YE hilbijartinên serokomariyê rexne kirin û fişar û tundûtûjîya li ser xwepêşanderan şermezar kirin.
Berbijara serokomarîyê ya opozîsyonê Svetlana Tikanovskaya diyar dike ku wê di hilbijartina 9’ê Tebaxê de 60-70 ji sedê dengan sitendiye, lê di hilbijartinan de ‘’sextekarî’’ çêbûye.
Tikanovskaya, ku piştî hilbijartinê revîbû Lîtvanya, bang li alîgirên xwe kir ku ‘’guh nedin gefên Lukashenko’’ û ‘’têkoşîn’’a xwe bidomînin.
Lukashenko jî li bajarê Hrodna ji alîgirên xwe re axifî û da zanîn ku NATO dijî wan yekîneyên xwe li sînorê Polonya û Lîtvanya bi cîh dike.
Wî diyar kir, ew ê yekîtiya Belarûsê biparêzin û bal kişand ser girîngiya piştgiriya leşkeran.
Berî protestoyan roja Yekşemê Wezareta Berevanî ya Belarûsê ragihandibû, ew ê leşkerên artêşê bo parastina bîrdariyên welêt kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin