Xwepêsanderên Îranê îro jî li qadan bûn: Hêzên rejîmê gule resandin

13 January 2020 21:32 0 dîtin
Xwepêsanderên Îranê îro jî li qadan bûn: Hêzên rejîmê gule resandin

PeyamaKurd - Xwepêşandanên Îranê ku piştî bi moşekê xistina balafira Ûkrayna ya rêwiyan ku 176 kes tê de mirin, ji nû ve dest pê kiribûn di roja sêyemîn de dewam dikin.

Hat zanîn ku îro jî bi sedan welatiyên Îranê li paytext Tehranê kom bûn û bertek nîşanî mikurhatina artêşa Îranê ya xistina balafirê dan û rejîma Îranê protesto kirin.

Welatiyên Îranê yên ku li zanîngeheke Tehranê kom bûn û diruşma "Nûnerên me kuştin û ew bi oldaran guhertin" qêriyan.

Li bajarê Kirman ku bajarê fermandarê Feyleqa Quds a girêdayî Artêşa Pasdar a Îranê Qasim Suleymanî ye jî xwepêşandan hatin kirin û xelkê Kirmanê jî daxwaza çûyîna Elî Xameney kir û gotin, "Mirin ji Wîlayeta Feqîh re, ji ber van sûcan".

Malpera Îran International jî ragihand ku hêzên ewlekariyê gule li xwepêşanderên ku îro beşdarî veşartina cenazeyên qurbaniyên balafira Ukraynayê li Tehranê û bajarên din bûne, reşandine û gelek kes birîndar kirine.