Xwestin zû bigihên wextê fetarê lê qeza kirin: 3 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Pirsûsê (Sûrûcê) ji bo fetarê çend deqe mabû, xwestin xwe zû bigihînin wextê fetarê lê du otomobîl qeza kirin. Di encamê de 2 heb ji wan zarok 3 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Pirsîsê ku diçe rêya otobanê çêbû.
Li ser qezayê tîmên tendursitiyê bi ambûlansan ve çûn ciyê qezayê û hemşîra karmend zarokên ku qeza kiribûn aş kir. Di qezayê de Ramazan G. û 2 zarok birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Pirsûsê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin