“Yên ku xeyala wêrankirina Herêma Barzan dikirin, niha di bin erdê de ne.”
PeyamaKurd – Mesrûr Barzanî diyar kir ku gelê herêma Barzan tu carî serî li ber dijmin dananiye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh li navçeya Mêrgesorê kevirê bingehîn ê 21 projeyên xizmetguzariyê danî û piştre gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr di axaftina xwe de bal kişand ser pêgeha girîng a herêma Barzan û wiha got:
“Herêma Barzan herêmeke stratejîk e û navenda sereke ya şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye. Di 120 salên derbasbûyî de vê herêmê pêşengiya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê kiriye û gelek serkeftin bi dest xistine. Lewma dijminên Kurdistanê her tim dijîtiya Barzan û gelê herêma Barzan kiriye. Lê gelê herêmê tu carî teslîmî dijmin nebûye.”
Wî her wiha got: “Di encama şer û pevçûnan de gelek caran gundên herêmê wêran bûne, lê welatiyên ku vegeriyane gundên xwe herêm ji her demê xweştir ava kirine. Hêvîdar im dijmin tu carî êrişî vê herêmê û tu devera Kurdistanê nekin. Yên ku xeyala wêrankirina Herêma Barzan dikirin, niha di bin erdê de ne. Em dê berdewam bin li ser pêkanîna projeyên xwe yên ji bo avakirina hemû gundên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin