YE: Divê di paseroja Sûriyê de cihê tundrewî, Îran û Rûsya nemîne

17 December 2024 09:33 0 dîtin
YE: Divê di paseroja Sûriyê de cihê tundrewî, Îran û Rûsya nemîne

PeyamaKurd – Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas diyar kir ku divê di paşeroja Sûriyeyê de cihê tundrewî, Îran û Rûsya nemîne.

Kallas di dawiya Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kallas diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê yên piştî rûxandina rejîma Baasê hatin gotûbêjkirin û diyar kir ku şandeke payebilind a nûnertiya Sûriyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ku niha li Beyrûta paytexta Lubnanê ye, îro bi rêveberiya nû ya Şamê re têkilî danî.

Kallas ev daxuyanî da:

“Şand li Şamê beşdarî hin civînên bilind bû. Armanc ew bû ku bi rayedarên nû yên welêt re têkilî deynin û fêm bikin ka kom çawa plan dike ku welat birêve bibe. Prensîbên bingehîn hene, welatên Ereb, welatên cîran, Tirkiye, DYA û YE her kes li ser li hev dikin. Ev prensîbên yekparçeyiya axê, serwerî, berpirsiyarî, û herwiha hukûmetek berfireh in ku bi taybetî mafên kêmneteweyan û jinan dihesibîne."