YE pistî hilbijartinan biryara guhertina 3 berpirsên bilind dide

17 June 2024 19:40 0 dîtin
YE pistî hilbijartinan biryara guhertina 3 berpirsên bilind dide

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê yên hefteya borî, guhertinên bingehîn di postên sereke yên Yekîtiya Ewropayê de pêk tên.

Tê çaverêkirin di civîna serokên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê ya îro 17ê Hezîranê de ku li Brukselê tê lidarxistin, biryar li ser postên sereke yên YEyê jî bê dayîn. Î

Biryar e di civînê de danûstandin li ser guhertina Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê YEyê Charles Michael û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell bên kirin.

Hêjayî gotinê ye ligel ku hejmara partiyên rastrê yên tundrê yên li dijî penaber û Misilmanan li nav Parlemana Ewropayê zêde bûye jî di nav parlamentoyê de nebûne fraksiyona herî mezin.

Li gorî zanyariyan dibe ku Ursula von der Leyen ji bo cara duyem bibe Seroka Komisyona Ewropayê ji ber ku partiya wê (Partiya Gelê Ewropayê) fraksiyona herî mezin a Ewropayê ye û kursîyên zêde di hilbijartinên Parlemana Ewropayê de bi dest xistine.

Herwiha lîsteya duyem a herî mezin ku Partiya Sosyal Demokratan e, piştevaniya xwe ji bo Ursula von der Leyen diyar kiriye. Li aliyê din 12 serkirdeyên Ewropayê piştevaniya Ursula von der Leyen dikin ji bo ku dîsa postê xwe werbigire.

Lê belê heta piştevaniya mayîna Charles Michael û Joseph Borrell di postên xwe de diyar nebûye ku tê çaverêkirin di civîna îro de li ser gotûbêj bêne kirin.