YE û Japonyayê peymana ewlekariyê îmze kir

02 November 2024 11:00 0 dîtin
 YE û Japonyayê peymana ewlekariyê îmze kir

PeyamaKurd – Di navbera Yekîtiya Ewropa û Japonyayê de peymana ewlekarî û parastinê hat îmzekirin. Peymana ku li Tokyoyê hat îmzekirin tê pêşbînîkirin ku di warê leşkerî de gelek hevkariyan di navbera wan de ava bike.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ku bi Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Takeshi Ivaya re peyman îmze kir, li ser peymanê got: “Dîrokî ye û ji bo serdema heyî gelekî guncaw e.”

Peymana ku li paytexta Japonya Tokyoyê hat îmzekirin, tetbîqatên leşkerî, pevguhertina agahiyan li ser mijarên pîşesaziya parastinê, ewlehiya fezayê û gelek mijarên din dihewîne. Her wiha di nav xalên rêkeftinê de, hevkariya hêzên deryayî yên her du aliyan, tevlî meşqên hevbeş, û beşdariya “welatên sêyem ên ku ji aliyê her du aliyan ve hatine pejirandin” di van rahênanan de heye.