Yekem karwana petrola Kerkûkê bi bihayekî arzan gihîst Urdinê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yekem karwanê nefta Kerkûkê bi tankeran gihîşt Urdinê.
Li gor rêkeftina navbera Iraq û Urdinê, Iraq rojane 10 hezar bermîlên nefta Kerkûkê bi 18 dolar kêmtirî ji nirxê nefta cîhanî wê bifroşe Urdinê.
Wezîra Wuze û Samanên Siruştî ya Urdinê Hale Zewatî ragihand, doh 4ê îlonê ber bi êvarî ve yekem karwanê nefta Kerkûkê bi tankeran gihîştiye Urdinê.
Henardekirina neftê li gor rêkeftina wezareta nefta Iraqê û wezareta wuzeya Urdinê ye û roja 31.08.2019ê û pê de dest bi proseya barkirina neft û hinardekirinê hatiye kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên teknîkî, li ser sînorê navbera herdu welatan veguhestin bo çend rojan rawestiya bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin