Yekem peyama Fîgen Yuksekdag a ku di Doza Kobanî de 30 sal ceza lê hat birîn
PeyamaKurd – Fîgen Yuksekdag a ku ji Doza Kobanî 30 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, di peyama xwe de wiha got: “Bila rûyê kesî nekeve û dilê wî tarî nebe. Em bi berxwedanê hebûn. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.
Di rûniştina biryarê ya Doza Kobanî ya doh de gelek siyasetmedar hatin cezakirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi îdiaya "Alîkariya ji bo yekîtiya dewletê û yekîtiya welêt" 18 sal û bi îdiaya "teşwîqkirina sûcê" 4 sal û 6 meh, ji ber 3 sûcên "propagandaya rêxistina terorê kiriye" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Herwiha ji ber sûcê "binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanan" 2 sal û ji ber sûcên "binpêkirina qedexeyên hilbijartinê" jî 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Yuksekdag di peyama ku bi rêya parêzerên xwe şandiye de wiha got: “Biryarên hatine girtin ne dawî, destpêkek têkoşîna demokratîk û tevgera azadiya siyasî ye.
Tevahiya peyama Yuksekdag wiha ye:
“Biryara ku di Doza Kobanî de hatiye dayîn ne dawî, destpêkek nû ya têkoşîna gelê me ya demokratîk û tevgera azadiya siyasî ye.
Di van 8 salên ku em dîl hatin girtin, me mafê xwe, rûmet, azadî û edaleta jin û kedkaran parast. Li dijî artêşa qirker, tecawizkar a DAIŞê û yên ku wê kontrol dikin û hevkarên wan, me wijdanê civakî, hevgirtin û nirxên mirovahiyê yên mezin hembêz kir. Ji aliyê kesên ku nekarîn sûdê ji van nirxan werbigirin em rastî îşkence û zextên edlî hatin.
Biryarên cezayên giran, êrîşa li dijî derfetên jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê û îdeala welatê hevpar û komara demokratîk bû. Em ê li dijî operasyonên tasfiyeyê yên siyaseta demokratîk û her pêngava ku pêşeroja jiyana hevpar a gelê me dike, li ber xwe bidin.
Em xwedî li hişmendî, hêz û baweriya heqiya xwe ne. Em bawer dikin ku gelê me wê van hembêz bike û bi biryardarî li ser rêya azadiyê bimeşe. Bila rûyê kesî nekeve û dilê wî tarî nebe. Heta niha nekarîne me bisekînin û bejna me bitewînin. Nikarîbûn me ji rêya me ya ku bi bedelên giran û bi êş û azaran dihat xwarin, bizivirînin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bi ser bikevin. Em bi berxwedanê hebûn. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Bi silav û hezkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin