Yekem raporta cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê wê bi amadebûna Serokwezîr bê pêskêskirin

04 September 2024 09:37 0 dîtin
Yekem raporta cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna gendeliyê wê bi amadebûna Serokwezîr bê pêskêskirin

PeyamaKurd – Îro bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekemîn raporta pêkanîna stratejiya dijî gendeliyê li Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

Di merasima ku îro (04.09.2024) demjimêr 9:00ê bi beşdariya Serokwezîr tê lidarxistin de, tekezî li ser hewlên rûbirûbûna gendeliyê tê kirin.

Di merasima ku tê de yekemîn raporta ku li ser cîbicîkirina stratejiya dijî gendeliyê ya ku ji aliyê Desteya Gendeliyê ve hatiye amadekirin, tê pêşkêşkirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Komîsyona Dijî Gendeliyê ya Kurdistanê Ehmed Enver û Serokê Komîsyona Dijî Gendeliyê ya Iraqê Haydar. Hanûn, Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Iraqê Thomas Zeiler û UNDPê li Iraqê dê axaftinekê bikin.

Tê plankirin ku di merasîmê de beşek ji stratejiya dijî gendeliyê û raporê were pêşkêşkirin.