Yekîtiya Awrûpayê bo 30 rojan deriyên xwe girt
PeyamaKurd- Mezinên Yekîtiya Awrûpayê biryara girtina deriyên xwe bo dewletên sêyem tesdîq kirin û eger zêde mecbûr nînbin, wê heya 30 rojan kes neçe Awrûpayê û ji Awrûpayê dernê. Civîna çapemeniyê piştî telekonferansa bi lîderên Yekîtiya Awrûpayê re, hêj nûh hat çêkirin. Serokê konseya Awrûpayê Charles Michel û seroka komisyona Awrûpayê Ursula von der Leyen, piştî telekonferansê derketin ber çapemeniyê.
Michel ragihand ku lîderên dewletên Awrûpayê biryarê tesdîq kirine û hemwelatiyên di derveyê dewletên Awrûpayê de, eger mecbûrî nebe, wê heya 30 rojan nikaribin bikevin welatên herêma Schengenê. Kesên ku bo welatên Schengenê îqama wan hene an îzna xebata wan heye û kesên ku bo koronavîrusê xebata zanistî dikin yên weka zanyar an lêkolînerên saxlemiyê an xebatkarên saxlemiyê, di derveyê biryarê de ne.
Von der Leyen, behsa bandora koronavîrusê ya di seha aboriyê de kir û got hal “gelek cîddî” ye û bo welatî û aboriya xwe ji bandora encamên koronavîrusê derxin, ji destê wan çi were dê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin