Yekîtiya Ewropa hêzeke hevbes a derveyî NATOyê ava dike

03 September 2021 20:33 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa hêzeke hevbes a derveyî NATOyê ava dike

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer da xuyakirin, divê ew ji ezmûna xwe ya li Afganistanê dersan fêr bibin û divê Yekîtiya Ewropayê (YE) di aliyê leşkerî ve serbixwe be ku ev jî tê wateya avakirina hêzeke hevbeş a derveyî NATOyê.

Kramp Karrenbauer li bajarê Kranj ê Slovenyayê di dema beşdarbûna civîna Wezîrên Berevaniyê yên YE de axivî û got: “Afganistan şikestineke giran û encameke xembar bû, divê YE serbixwe be û bi serê xwe bilive.”

Wezîra Berevaniya Almanyayê diyar kir, dema ku hikûmet serbixwe bin, ew dibin cihê baweriyê û divê ev yek weke alternatîfa NATO yan jî a Amerîka neyê dîtin.

Kramp-Karrenbauer da zanîn, “Weke Ewropa wan dizanibû ku lawaz in, ji ber vê li dijî biryara xwekişandina Amerîka derneketin. Li Afganistanê welatên rojava şikestin. Gavên ku Ewropa û Amerîka ji niha û pê ve biavêjin, wê diyar bikin ka ev şikestineke demkî ye yan demdirêj e.”

Almanya û 13 welatên din ên Yekitiya Ewropayê di meha Gulana derbasbûyî de ji bo YE daxwaza avakirina hêzeke şerker kiribûn û gotibûn destpêkê bila 5 hezar leşker tê de cî bigrin. Tê çaverêkirin ku ev pêşniyar sala 2022yan di dema serokatiya Fransa ya YE de were qebûlkirin û ji bo wê jî divê hemû endam yekdeng bin.