Yekîtiya Ewropî diwaze di çarçoveya alîkariyên leskerî de balafirên ser bide Ukraynayê

28 February 2022 13:03 0 dîtin
Yekîtiya Ewropî diwaze di çarçoveya alîkariyên leskerî de balafirên ser bide Ukraynayê

PeyamaKurd Komîserê Ewlekarî û Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, piştî konferansa vîdyoyî ya bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê re da zanîn, Yekîtiya Ewropî bi niyaz e di çarçoveya alîkariyên leşkerî de balafirên şer bide Ukraynayê.

Josep Borrell diyar kir: “Em dixwazin çekan, di nav de balafirên şer jî hene peyda bikin.”

Herwiha eşkere kir, Yekîtiya Ewropa razî bûye alîkariyan ji artêşa Ukraynayê re bişîne, di nav de jî dabînkirina çekan bi 450 mîlyon Euro û alavên leşkerî bi 50 mîlyonî hene.

Borrell got: “Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa li hev kirin ku ajansa RT û Sputnik êN Rûsî li welatên Yekîtiya Ewropa qedexe bike.”