Yekîtiya Ewrûpayê 5 dezgeyên medyayê yên bi Rûsya re têkildarin belavkirinên wan rawestand

17 May 2024 21:14 0 dîtin
Yekîtiya Ewrûpayê 5 dezgeyên medyayê yên bi Rûsya re têkildarin belavkirinên wan rawestand

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê destek dikin û bandora wan di propogandê de heye, belavkirinên 5 dezgeyên ku têkiliyên wan bi Moskovayê re hene da rawestandin.

Li gor ragihandina YEyê; dezgeyên ku têkiliyên wan bi Rûsya re hene Dengê Ewrûpayê, ajansên RIA Novostiyê rojnameyên bi navê Izvestia û Rossiyskaya belakirina wan hat rawestandin. YE yê di daxwuyaniyê de got:

“Dezgeyên medyayê yên navborî belavkirina wan hatiye rawestandin. Di şerê Rûsya yê li hemberê Ûkrayna de êrîşên Rûsyayê bilind di nirxînin û di desteka êrîşan de bandora wan heye.”

Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê (RUJ) biryarê bi bê qanûniyê binav kir û got divê dadgeh vê biryarê bide.

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova got ku wê bilez bersiva YEyê bidin.