Yekîtiya Ewrûpayê wexta givasên ser Îranê dirêj kir
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Îran destekê dide Rûsyayê û li Derya sor alîkariya grûbên çekdar yên bi ser xwe ve dike, givaşên ser Îranê ji bo salekî dirêj kir. Li gor ragihandina konseya Yekîtiya Ewrûpayê; wê givaş heya 27ê Temmûza 2025an dewam bike.
Li gor daxwuyaniya YEyê; wê biryarê salê carekî di ber çav de derbas bike. Givaşa ser Îranê ji bo 12 kes û 9 dezgeyan e.
YEyê bi sedema Îran di 13ê Nîsanê de bi IHA, fuzeyên seyrê û balîstîkl li Îsraîlê xistibû, Îranê şermezar kiribû û biryara givaşên navborî dabû.
Naveroka givaşa YEyê; destdanîna ser heyiyên Îranê, qedexeya ser kes û dezgeyên navborî dê nikaribin herin nav axa YEyê û dê ji bo wan, ti fêdeyekî aborî ji YEyê neçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin