YEyê, ji bo ser banga Konferansa Astiyê kir

27 October 2023 17:00 0 dîtin
YEyê, ji bo ser banga Konferansa Astiyê kir

PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel diyar kir ku serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ya du dewletî û fikira lidarxistina Konferansa Aştiyê ya di demeke nêz de piştgiriyê dikin.

Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di dawiya roja destpêkê ya Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê ya ku li Brukselê bi rojeva şerê Îsraîl û Filistînê hat lidarxistin de civîna çapemeniyê ya hevpar kir.

Michel di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê û got, "Beriya her tiştî, êrîşên terorîstî yên Hemasê yên li dijî Îsraîl û gelê Îsraîlê bi tundî hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku mafê Îsraîlê ye ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de xwe biparêze.”

Michel da zanîn ku rewşa mirovî ya li Xezayê bi awayekî cidî xirab bûye û ev dorpêçkirin ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Pêdivî ye ku em rêze tedbîran bi pêş bixin da ku alîkarî û pêdawîstiyan bigihînin vê herêma qeyrana mirovî. Em balê dikişînin ser dabînkirina gihandina xwarin, elektrîk û derman bi rêya korîdorên mirovî.”

Michel diyar kir ku serokên Yekîtiya Ewropayê dixwazin bandoreke erênî biafirînin û di wê baweriyê de ne ku pêvajoya siyasî xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kir ku rêberan di lûtkeyê de li ser çareseriya du dewletan axivîn û piştgirî dan fikira ku di demeke nêzîk de konferansa aştiyê were lidarxistin. 

Serokê Konseyê Michel da zanîn ku di civîna hefteya borî ya li Misirê de ev konferans jî hat rojevê û got ku ew hêvî dikin ku di hefte û mehên pêş de pêşveçûnan pêk bînin. 

Her wiha Serokê Konseya YEyê diyar kir ku ew pêşbînî nakin ku Hamas di konferansa aştiyê ya ku YEyê tê de beşdar bibe de rolek hebe.
Herî dawî jî div ê daxuyaniyê de bal li ser konferansa aştiyê ya navneteweyî û çareseriya du dewletan hat kişandin.