YEyê peymana 300 milyon doz derziyên din ên Pfizer/BioNTech girê da

08 January 2021 18:13 0 dîtin
YEyê peymana 300 milyon doz derziyên din ên Pfizer/BioNTech girê da

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ku beriya niha 300 milyon derziyên koronayê ji kompaniya Pfizer/BioNTech kirîbû, peymaneke din a kirîna 300 milyon derziyên din bo 28 welatên ewropî çêkir.

Seroka Komîsyona YE Ursula von der, ragihand ku wan ji bo 300 milyon derziyên din bi Pfizer û BioNTech re peyman çêkiriye.

Hêjayî gotinê ye, li gorî lêkolînên dawî yên pizîşkî derziya Pfizer/BioNTechê ji bo cureya nû ya vîrusa koronayê ku ji Brîtanyayê niha herî kêm li 22 welatan belav bûye jî bibandor e.

Welatên YEyê destpêka sala 2021ê bi awayî giştî dest bi derzîkirina Covid-19 kirine ku hê jî ji ber zêdebûna haletan tedbîrên bo pêşîgirtina belavbûna vîrusê bi awayekî cuda li welatên ewropî berdewam dikin.