YNK û PDK wê îro li Silêmaniyê bicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê pêkanîna kabîneya dehemîn de, îro 22 Sibatê, dê li Silêmaniyê bicivin.
Di civînê de, şandeya danûstandinan a YNK û PDKê dê reşnivîsa ku ji aliyê tîmên teknîkî yên her du aliyan ve wek bernameya karê kabîneya nû hatiye amadekirin, gotûbêj bikin.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed ragihand ku gotûbêj gihîştine qonaxa bîr û rayeke hevbeş ji bo pêkanîna hikûmetê û tenê çend xal mane ku pêwîstiya wan bi gotûbêjên di asteke din de heye, di rojên pêş de gotûbêj wê li ser van xalên nakok jî bêm kirin û ew ê werin çareserkirin.
Mehmûd Mihemed da zanîn:
“Her du alî gihiştine wê baweriyê ku divê di pêkanîna hikûmetê de, lez were kirin û tenê cudahiya me li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê û birêvebirina wê maye û heta niha behsa postên wezîran nehatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin