Yûnanîstan li hember aloziyên wan û Tirkiyê pistgiriya Amerîkayê dixwaze

22 September 2020 10:44 0 dîtin
Yûnanîstan li hember aloziyên wan û Tirkiyê pistgiriya Amerîkayê dixwaze

PeyamaKurd - Yûnanîstanê da zanîn, piştî çend rojan Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê serdana Yûnanîstanê bike. Di vê serdanê de, Yûnanîstan li hêviya piştgiriya Amerîka ya bo Atînayê ye.

Li gor Berdevkê Hikûmeta Yûnanîstanê Stelyo Petsas ji rojnamevanan re ragihand, welatê wî li benda Amerîkayê ye, da ku di aloziyên wan ên li gel Tirkiyê de, piştgiriya Washingtonê bistînin.

Stelyo Petsas destnîşan kir: “Berî her tiştî, em li benda wê yekê ne ku em ji wan gotinên van demên dawî yên Amerîkayê piştrast bin, gelo li ser hemû astan di derbarê binpêkirinên Tirkiyê de li rojhilatê Deryaya Spî, dê bi çi cûre piştgiriya helwesta Atînayê bikin.”

Petsas diyar kir: “Hejmarek mijarên li ser hevkariyên di navbera Yûnanîstan û Amerîkayê hene, ku di serdana Pompeo de bo Atînaya paytext û girava Kirît, dê werin gotûbêjkirin.”

Çend meh in, ji ber ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û çavkaniyên sirûştî digere, di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de alozî derketine.