Zêdetirî 200 çek ji alayeke leskerî li Iraqê hatin dizîn
PeyamaKurd – Komîteyek ji bo zelalkirina hûrgiliyên dizîna bi sedan çekan ji alayeke artêşê li rojavayê Iraqê hat avakirin.
Li gor zanyariyên ku êvariya roja pêncşemiyê 29.08.2024ê ji aliyê çavkaniyeke ewlehiyê ve ji medyayê re hatine ragihandin, li rojavayê Iraqê alayeke artêşa Iraqê hatiye dizîn.
Hat ragihandin ku ji alayê zêdetirî 200 kalaşnîkov û 16 tabanca hatin dizîn.
Li gor agahiyên ku çavkaniyê dane, hat diyarkirin ku dizî di mehên cuda yên salê de hatiye kirin.
Hat ragihandin ku li ser îxbarekê diz derketiye holê, hat destnîşankirin ku piştî ekîb şandin alayê, hat diyarkirin ku hejmara kalaşnîkov û fîşekên li alayê kêm bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin