Zanîngeha Selahedîn Serokê Akademîya Kurdî ya Berlînê Dr. Feryad Fazil bi 'Doktoroya Rûmetê' xelat kir

15 February 2022 20:56 0 dîtin
Zanîngeha Selahedîn Serokê Akademîya Kurdî ya Berlînê Dr. Feryad Fazil bi 'Doktoroya Rûmetê' xelat kir

PeyamaKurd – Serokê Akademîya Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil, hêjayî dîplomaya doktoraya rûmetê ya Zanîngeha Selahadîn a Hewlêrê hat dîtin.

Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê îro 15ê Sibatê bi merasîmek fermî dîplomaya diktoraya rûmetê pêşkêşî zanayê kurd û Serokê Akademîya Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil kir

Zanîngeha Selahedîn beriya niha jî Yekemîn doktoraya rûmetê pêşkêşî civaknasê dostê gelê kurd Îsmaîl Bêşîkçî kiribû. Ya duyem pêşkêşî profesorê kurd li zankoya Cambrich ya Brîtanya Koçber Bîrkar û ya sêyem jî pêşkêşî yasanas û zanayê kurd Prof. Dr. Mistefa Zelmî kiribû. Doktoraya Rûmetê ya çarem jî pêşkêşî Dr. Feryad Fazil hat kirin.

Dr. Feryad Fazil sala 1950î li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê û ji eşîra Zengene ye. Dr. Fazil sala 1978 çûye Almanya û sala 1982yan li yek ji zankoyên Berlînê dersa kurdî, kurmancî û soranî dide. Wî di heman demê de lêkolîn li ser ziman û çanda kurdî kirine û dest bi nivîsîna ferhengên kurdî-almanî kiriye.

Dr. Feryad Fazil kitêba Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn li Almanî wergerandiye û gelek pirtûk jî li ser ziman û çanda kurdî nivîsandine.

Dr. Feryad Fazil sala 1988yî li Berlînê akademiya kurdî ava kiriye û bûye serokê wê. Zêdetirî 20 hezar pirtûk di wê akademiyê de hene ku hemû li ser edebiyat, dîrok û zimanê kurdî ne.