Zêdetirî 30 welatan li sînorê Rûsya tetbîqata 'Bayê Deryayê 2021' da destpêkirin
PeyamaKurd - Amerîka, Ûkrayna û 30 welatên din ên NATOyê û derveyî NATOyê li Deryaya Reş û nêzîkî sînorê deryayî yê Rûsyayê tetbîqateke mezin a leşkerî bi navê “Bayê Deryayê 2021” dan destpêkirin.
Hat zanîn ku tetbîqata leşkerî ya bejahî, deryayî û asmanî li Herêma Kherson a başûrê Ukraynayê ye ku çend kîlometre dûrî Nîvgrava Kirîmê ye ku li gor qanûnên navdewletî beşek ji axa Ukraynayê ye. Lê belê Kirim ji sala 2014an ve ketiye destê Rûsyayê û Moskowê ew nîvgirav bi fermî bi axa xwe ve girê daye.
Wê tetbîqata NATOyê du hefteyan berdewam bike û 30 keştiyên şer, 40 balafirên şer û bi dehan tank tê de beşdar bin.
Cîgirê Fermandarê Hêzên Deryayî yên Ûkrayna, Oleksiy Doskato derbarê tetbîqatê de got: “Me îro tetbîqata hevbeş destpê kiriye, ku têde Amerîka, Kanada, zêrevanên sînorî yên Ûkrayna û dehan welatên din ên hevpeyman beşdar bûne. Me rahênan li ser biserdegirtin û vekişînê kiriye, ev pêngaveke baş e ku di rahênana Bayê Deryayê 2021 de hatiye kirin.”
Amerîka hêza pêşeng a tetbîqatê ye Efserê Yekeya Duyem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê, Matthew Shyvada derbarê birêveçûna tetbîqatê de gotiye: “Rahênana serbazî li vê derê gelekî bi başî hatiye kirin. Derfeteke mezin e ligel welatên din vê manovrê bikin. Me wek artêşa Amerîkayê sûdeke zêde ji vê rahênanê dîtiye û karkirina me ligel artêşên din wek qezenceke mezin dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin