Zelenskiy sedema serdana Siûdî û besdariya Lûtkeya Erebî eskere kir

19 May 2023 20:42 0 dîtin
Zelenskiy sedema serdana Siûdî û besdariya Lûtkeya Erebî eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, îro 19ê Gulanê ji bo beşdarî Lûtkeya Ereban bibe, gihîşt bajarê Cide yê Erebistana Siûdî.

Volodimir Zelensky li ser vê serdanê ragihand: “Di Lûtkeya Komkara Erebî de ez ê gotarekê pêşkêş bikim, piştre ez ê ligel Şahzade Mihemed bin Selman bicivim, ji bilî wê, ez ê hin civînên din jî bikim.”

Zelensky got: “Serdana min a Erebistana Siûdî, ji bo bihêzkirina pêwendiyên Ukraynayê yên ligel cîhana Erebî ye. Girtiyên siyasî yên li herêma Kirimê, hevahengiya di warê enerjiyê de û pirsa aştiyê, mijarên gotûbêjên me ne.”

Lûtkeya 32emîn a Komkara Erebî li bajarê Cide yê Erebistana Siûdî bi amadebûna hemû endamên komkarê birêve diçe ku piştî 12 salan Serokê Sûriyê Beşar Esed jî beşdariyê dike.

Medya Amerîkayê ragihandiye ku dê Zelensky piştî temambûna lûtkeyê, biçe Japonyayê û beşdarî civîna G7an bibe.