Zelensky: Em ji bo vegerandina yekparçeyiya axa welatê xwe ser dikin

17 January 2023 12:38 0 dîtin
Zelensky: Em ji bo vegerandina yekparçeyiya axa welatê xwe ser dikin

PeyamaKurd Vladimir Zelensky diyar kir, ew ji bo vegerandina yekparçeyiya axa welatê xwe şer dikin û ew ê axa Ukraynayê ya di bin destê Rûsyayê de vegerînin.

Zelensky bal kişand, Rûs ji bo desteserkirina înîsiyatîfê di şerê ku li Ukraynayê berdewam dike de, însiyatîfên nû amade dikin û got, "Em her roj û her şev ji bo kêmkirina potansiyela dijmin tevdigerin."

Zelensky bang li welatên hevkar kir ku alîkariya çekan ji Ukraynayê re zêde bikin. “Îro ji Îngilîstanê mînakeke baş hat. Paketeke alîkariyê ya parastinê ya nû hat ragihandin. Tiştên hewce dikirin bûn. Tank, wesayîtên zirxî yên din, topxane.”

Zelensky tekez kir, ew ji bo vegerandina yekparçeyiya axa welatê xwe têdikoşin û got:

"Ez bawer im ala Ukraynayê wê li Balafirgeha Donetsk, li Donetsk û bajar û gundên din ên Donbasê û deverên din ên dagîrkirî yên demkî li ba bibe. Demkî gotineke kilîd e. Ukrayna wê tiştê aîdî xwe dîsa bi dest bixe."