Zelensky: Êrîsa li dijî Rûsyayê dijwar e û hêdî bi pês ve diçe

09 August 2023 12:01 0 dîtin
Zelensky: Êrîsa li dijî Rûsyayê dijwar e û hêdî bi pês ve diçe

PeyamaKurd – Rêberê Ukraynayê Zelenskiy got, êrîşa welatê wî li dijî Rûsyayê "bi zor" û "hêdî" pêşve diçe.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di hevpeyvîna xwe ya li gel dezgehên ragihandinê yên Amerîkaya Latîn de derbarê mijarên rojane de daxuyanî da.

Zelenskiy amaje bi wê yekê jî kir ku artêşa Ukraynayê berê jî li dijî hêzên leşkerî yên Rûsyayê dest bi êrişeke dijber kiriye û got, "Êrîş dijwar e û belkî ji ya ku kesek bixwaze hêdîtir pêşde diçe."

Zelenskiy diyar kir, çekên di destê wan de têrê nakin û ji ber vê yekê şerkirina wan gelek zehmet e, Zelenskiy destnîşan kir, divê Rûsya ji axa Ukraynayê derkeve.

Zelenskiy got, "Ukrayna plana berdewamkirina şer li ser axa Rûsyayê nake. Ti carî armanceke me ya wiha tunebû. Em ê axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin."

FORMULA AŞTIYÊ

Zelenskiy amaje bi wê yekê kir, wan formulek ji bo pêkanîna aştiyê li Ukraynayê pêşxistiye û got, "Ev formula rêya herî rast û yekane ya dîplomatîk e ji bo pêkanîna aştiyê li Ukraynayê."

Zelenskiy got, ev formula dikare di pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê de were bikaranîn.