Zelensky ji bo bi Erdogan re bicive gihîst Stenbolê

08 March 2024 18:12 0 dîtin
Zelensky ji bo bi Erdogan re bicive gihîst Stenbolê

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û şanda ligel wî, ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicivin gihîşt Balafirgeha Stenbolê.

Hate ragihandin ku wê Erdogan jî vegere Stenbolê û bi Zelensky re hevdîtinekê bike.

Li gorî medya Tirk dê di hevdîtinê de, rewşa dawî ya şerê Ukrayna-Rûsyayê were gotûbêjkirin.

Herwiha wê ji bo berdewamkirina peymana Korîdora Zad û lêgerîna bo aştiyê jî bi hûrî gotûbêj bêne kirin.