Zerîf: Ti pêwendiya Îranê bi êrîsa Aramco ve nîne
PeyamaKurd - Wezîrê Derve ye Îranê Cewad Zerîf got ku berpirsê êrîşa dijî kargehên petrolê yên Erebistana Siudî, ne Îran e.
Zerîf li New Yorkê ji kanala CBS re axivî û li ser mijara êrîşê ku di serî de Amerîka hejmarek welatên ewropî jî Îranê bi êrîşên ser Aramcoyê tawanbar dikin got ku ger Neteweyên Yekbûyî (NY) lêkolîneke serbixwe bike wê eşkere bibe ku ti peywendîya Îran û êrîşa dijî kompanîya Aramco tune.
Zerîf îdia kir ku hin kesên li dora Serokê Amerîka Donald Trump bo ew bi Îranê re şer bike şaş tê aghadar kirin û wiha pê de çû: “Ji Trump re berpirsên ewlekarîyê yên rastî û derewan ji hev derdixin hewce ne.”
Berpirsîya êrîşa dijî navendên petrolê yên Erebistana Siudî, Husiyên Şîa yên Yemenê girtibûn ser xwe, lê Amerîka û welatên Ewropa dibêjin, berpirsê êrîşê Îran e, ji ber ku Hûsî bi xwe jî girêdayî Îranê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin