Ziryab | Ji yekem Kovara Muzîka Kurdî pêsbirka muzîkê
PeyamaKurd - Kovara Muzîka Kurdî Ziryab ku demek berê bi hejmara xwe ya yekemîn li Stenbolê dest bi weşanê kiribû, 1emîn Pêşbirka Muzîkê li dar dixe.
Serîlêdana '1emîn pêşbirka muzîkê ya Ziryabê' 25ê mehê dest pê dike û dê heta 5ê Sibata 2019an bidome. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re sîngileke muzîkê çêke.
Endamê lijneya hilbijêr ê pêşbirka Ziryabê Gokçe Selîm (Siya Şevê) diyar kir, armanca wan bi vê pêşbirkê ew e ku ji stranbêjên nû yên gotin û muzîkên xwe bi xwe çêdikin re alîkariyê bikin.
Şertên beşdarbûna pêşbirkê wiha ne:
- Divê zimanê stranan kurdî (kurmancî, dimilî û soranî) be.
- Divê gotin û muzîka stranan aîdî kesên beşdar be.
- Divê kesên beşdarî pêşbirkê bibin heta niha albûm dernexistibin.
Dema Serîlêdanê:
- Yên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, divê ji 25ê Mijdara 2018an heta 5ê sibata 2019an straneke xwe bişînin ber destê lijneya pêşbirkê.
Lijneya pêşbirkê
- Harûn Elkî
- Ozan Irmak
- Serhat Temel
- Erdem Altinses
- Gokce Selîm
Xelat:
- Ji bo 3 kesên ku di pêşbirkê de bi ser bikevin, ji aliyê lijneya pêşbirkê ve singelek were çêkirin.
Ji bo peywendî, hûrgilî û serîlêdanê:
e-mail: kovaraziryab@gmail.com

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin