12 sertên Amerîka bo Îranê

04 November 2018 16:58 0 dîtin
12 sertên Amerîka bo Îranê

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, şertên xwe bo Îranê danîn. Di nava şertên wan de 12 xal hene ku Îran wan bîne cî da dorpêça ser Îranê rake. Xalên ku Amerîka ji Îranê dixwaze ev in:

  1. Divê Îran bernameyên nukleerî yên layê leşkerî bide Ajansa Atomî ya navdewletî. Divê dest ji xebatên xwe berde an aşkera bixebite.
  2.  Divê Îran dewlemendkirina ûranyûmê bide rawestandin û car din platonyûmê nehone.
  3. Divê Îran bihêle UAEFA xwe bi her awayî bigihîne tesîsên li Îranê hem bê qeyd û şert.
  4. Divê Îran dev ji çêkirina fuzeyên balîstîk berde û avêtina fuzeyên nukleerî bipêş nexe û rawestîne.
  5. Divê Îran ew kesên ku li ciyê bê sedem girtiye ku di serî de hemwelatiyên Amerîkayê û yên hevkarê me tên, serbest berde.
  6. Divê Îran desteka xwe ji rêxistinên weka Hîzbûllah, Hamas, Îslamî cîhad jî di navde ji temamê grûbên terorîst yên Rojhilata Navîn vekişîne.
  7. Divê Îran ji hukumraniya hukumeta Iraqê re rêz bigre, mîlîsên şîa çekên wan ji wan deyne, tasfiye bike û îznê bide entegrebûna wan.
  8. Divê Îran dev ji destekkirina leşkeîi ya mîlîsên Hûsî berde û bixebite da li Yemenê çareseriya aştiyê çêbibe.
  9. Divê Îran temamê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

10-Divê Îran desteka xwe ji Talîbanê, Afxanistanê û terorîstên dinê berde û El Kaîdeyê nehewîne.

11-Divê Îran wê desteka ku Hêzên Qudsê dide terorîstên dinyayê û hevkarên wan, berde.

12-Divê Îran dev ji tevgerên xwe yê dijminane ku cîranên Îranê ne û hevkarên Amerîka ne berde. Dev ji tinekirina Îsraîlê berde û fuze navêje Erebistan û Emaratan.