Belarusê nota da balyozê Ûkraynayê
PeyamaKurd – Belarûs bangî balyozê bajarê Mînskê yê Ûkraynayê kir da here wezareta karên derve û li ser avêtina fuzeyekî ji sîstema bergiriya hewayî ya S-300an ku ketiye devera Brestê û li serê nota da Ûkraynayê. Fuze li dora 10.00 -11.00an ketiye devera Brestê û li ser mijarê rageşiya navbera der dû dewletan zêde bû.
Berdevkê wezareta karên derve yê Belarûsê Anatoly Glaz, ji balyozê Ûkraynayê re aciziya xwe diyar kiriye û nota daye. Belarûs mijarê gelek ji dil digre û Glaz li ser mijarê weha got:
“Me xwest ku Ûkrayna piralî mijarê lêpirse, ji berpirsan hesab bipirse û ji bo car din bûyerekî weha nebe tedbîr bên girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin