Civîna nirxandina rewsa Tirkiyeyê hate pasxistin

23 June 2023 18:55 0 dîtin
Civîna nirxandina rewsa Tirkiyeyê hate pasxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku civîna nirxandina rewşa Tirkiyeyê ya wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku biryar bû roja Duşema bê lidarxistin hate paşxistin.

Li gorî ragihandina rayedarên pilebilind ên YEyê, civîna nirxandina rewşa Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinan ku biryar bû roja Duşemê li Luksemburgê bê kirin, ji bo meha Tîrmehê hatiye paşxistin.

Derbarê sedema paşxistina civînê de jî hatiye diyarkirin ku ji bo pêngavên kabîneya nû ya deshilata Tirkiyeyê bibînin hinekî dem pêwîste û Ewropa dixwaze geşedanên li Tirkiyeyê bişopîne.

Rayedarê pilebilind ê Ewropayê ku navê xwe nedaye ragihandiye ku dê civîna derbarê Tirkiyeyê de 20ê Tîrmeha 2023yan were lidarxistin.