Elon Musk, logoyê diguherîne

23 July 2023 20:00 0 dîtin
Elon Musk, logoyê diguherîne

PeyamaKurd- Gerînendehê Giştî yê Twitterê Elon Musk ragihand ku platforma medyaya civakî dê li şûna logoya klasîk (çuka şîn) dê tîpa "X" deyne.

Elon Musk, di posta xwe ya Twitterê de peyamek parve kir û da zanîn ku ew ê logoya klasîk a heyî bê guherandin.

Musk di peyama xwe de got, "Em hêdî hêdî ji markaya Twitterê û hemû çukan xatir dixwazin.”

Elon Musk di nivîseke din de diyar kir ku wêneyê logoya nû ya ku ji bo Twitterê were bikaranîn jî heye û got, "Heger îşev logoyek X-ya baş were parvekirin, em ê sibê li seranserê cîhanê derbasî weşanê bibin. Wekî vê ‘X’ê.”

Elon Musk ku xwediyê SpaceX û Teslayê ye jî di cotmehê de Twitter kirîbû û ji wê demê ve guherînên radîkal dike.