Fîgen Yüksekdag derxistin ber dadgehê

19 April 2019 23:24 0 dîtin
Fîgen Yüksekdag derxistin ber dadgehê

PeyamaKurd- Hevseroka HDP ê ya berê Figen Yüksekdağ bi sedema rêvebiriya rêxistina terorê, prapogandeya rêxistina terorê, muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşê, tehrîkkirina xelkê bo dijminahî û kînê derket ber dadgehê. Darizandina wê li Ankara li dadgeha cezayê giran ya 16 emîn de hat kirin. Li dafgehê parêzerên Yüksekdağê jî amade bûn.

Yüksekdağ bi rêya SEGBİS ê îfadeyên xwe da dadgehê û xwe bo fezlekeyên axaftinên xwe yên Diyarbakir, Agirî û Batmanê  parast. Lê dadgehê celseyê da 14 ê hezîranê û biryara dewama zîndanîkirina wê da.