Gunay: Divê Tirkiye nekeve dafika Rûsyayê
PeyamaKurd – Berdevkê HDPê Gunay Kubilay, di civîna rojnamevanî ya li navenda giştî ya partiya xwe derbarê rojevê de daxuyanî dan. Kubîlay, ji bo zextên li ser HDPê, tayînkirina qeyûman û tevî biryarên darazê jî berdewama girtina siyasetmedaran û got: “Tenê rastiyek heye. Ew jî rastiya ku ev îktîdar dijminê kurdan e."
Berdevkê HDPê bal kişand ser gefên operasyanê bi ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê de û got, "Erdogan, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nexşeya herêmê nîşan da û eşkere hewldana dagirkirinê ragihand û got, ‘Sebra me nemaye, em ê navika xwe bi destê xwe bibirin û şevekê ji nişka ve werin”. Berdewama van daxuyaniyan nîşan dide ku polîtîkayeke meşrû ya Tirkiyê nîne.”
Gunay herwiha destnîşan kir, “Bi taybet Rûsya piştî lutkeya sêqolî cesaretê dide Tirkiyê daku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Rûsya çi dibêje, bila bêje divê Tirkiye nekeve vê dafikê. Ti hincet û rewabûneke êrîşkirina Tirkiyê ya axa welatekî din nîne û ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Yên ku hewil didin Tirkiye êrîşî Kurdan bike ne dostên gelên herdu welatan in.”
Kubilay, anî ziman ku ti bingeh û delîlên îdîayên bûye sedema girtina siyasetmdaran tune ne û ji bo herêma ewle difikirin jî got: "Tenê rastiyek heye. Ew jî îktîdar raste rast dijminantiya Kurdan dike. Dixwazin bi 'Herêma Ewle' herêmek bê Kurd ava bikin. Armanc dikin ku demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguherînin."
Gunay bang li Tirkiyê kir û diyar kir, "Em carek din eşkere dibêjin Bakurê Sûriye ne dijminê Tirkiyeyê ye. Ti aliyê gefan bixwe tune ye. Kurdên li Sûriye ne dijminê gelê Tirkiyeyê ye. Xwişk û birayên gelê Tirkiyeyê ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin