Hasdî Sabî banga Sadr red kir

04 August 2022 22:06 0 dîtin
Hasdî Sabî banga Sadr red kir

PeyamaKurd – Li Iraqê serokê Haşdî Şabî Falih Feyyad banga Muqteda es- Sadr ku xwestibû parlemento bê feshkirin û hilbijartina pêşwext bibe, red kir. Serokê Haşdî Şabî Feyyad ji bo televizyona Al Jazeera axifî û got pêşniyarên Sadr yên ji bo krîzê çareser bike û ji bo bigihên fikreka hevpar dikarin li serê niqaşê bikin.

Feyyad, li ser feshkirina parlementoya Iraqê got ku yek partiyekî vê daxwazê dike ‘mijareka wisa mezine ku nayê qebûlkirin’. Feyyad ragihand ku destûra Iraqê li ser konsensusekî avaye û nabe ku tenê bi daxwaza partiyekî bê qebûlkirin.

Serokê Haşdî Şabî got ku ji Sadr xwestine ku pêşdeçûnên siyasî bike lê tevî temamê parlementerên wî îstîfa kirine jî, hêj li ser dika siyasetê ye.