Heyeta Hukumeta Kurdistanê giha Bexdayê
PeyamaKurd – Heyeta hukumeta Kurdistanê di bin serpereştiya wezîrê darayî û Maliyê Awat Şêx Cenab de ji bo bi hukumeta Bexdayê re hevdîtinan bike çû Bexdayê. Heyet wê bi hukumeta Bexdayê re li ser pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin danûsitendinan bike.
Di nav mijaran de mijarên li ser biaxifin; para Herêma Kurdistanê ji budça Iraqê, qanûna petrol û xazê û madda 140 ê ya ew deverên Kurdistanê ku di bin hukmê hukumeta Bexdayê de ne.
Di nav heyeta Kurdistanê de cîgirê wezîrê elektrîkê û çavkaniyên xwezayî Kemal Muhammed, serokê dîwana encumena wezîran Umîd Sabah, berdevkê hukumeta Kurdistanê Cotyar Adil û serokê çavdêriya darayî Xalid Hadî Çawişli hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin