Hêza pasaportan a 2023an hat ragihandin
Peyamakurd : Li gorî lîsteya ku ji daneyên Komeleya Veguhestina Hewayî ya Navneteweyî (IATA) hatiye wergirtin îsal pasaporta herî bihêz a Sîngapûrê ye.
Endeksa Pasaportê ya Henleyê (HPI) listeya pasaportên herî bihêz ên 2023yan belav kir.
Pasaportên herî bihêz ên cîhanê wiha ne:
1 - Sîngapûr 193 puan
2 - Japonya 191 puan
3 - Fînlandiya, Fransa, Almanya, Îtalya, Koreya Başûr, Spanya û Swêd 190 puan
4 - Bîrtanya, Awisturya, Danîmarka, Îrlanda, Luksembûrg û Holanda 189 puan
5 - Belcîka, Malta, Norweç û Portugal 188 puan
6 - Awistralya, Zelandaya Nû û Swîsre 187 puan
7 - Kanada, Çekya, Yûnanistan, Polonya ve Amerîka 186 puan
8 - Macaristan 185 puan
9 - Litwanya 184 puan
10 - Estonya, Letonya, Slovakya û Slovenya 182 puan
Pasaportên herî qels ên Efxanistan, Îraq û Sûriyeyê ne.
Li gorî lîsteyê Efxanistan bi 27 puanan di rêza dawî de ye.
Li aliyê din, Sûriye bi 28 puanan di rêza 105an de, Iraq bi 30 puanî di rêza 104an de, Pakistan bi 33 puanan di rêza 103yan û Yemen bi 34 puanan di rêza 102yan de cih digirin.
Tirkiye jî bi 114 puanan di rêza 53yan de cîh digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin