Hosyar Zêbarî bû namzedê serokkomariya Iraqê

13 January 2022 01:37 0 dîtin
Hosyar Zêbarî bû namzedê serokkomariya Iraqê

PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî ragihand ku ew ji bo serokkomariya Iraqê namzede. Parlementoya Iraqê di 9 ê mehê de civîna xwe ya ewilî kiribû û dîwana serokatiyê hatibû hilbijartin. Pêre jî seredanên ji bo namzediya serokkomariyê destpêkirin.

Endamê polîtburoya PDK ê, wezîrê karên derve û wezîrê darayî yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku ew ji bo serokkomariya Iraqê namzede. Li gor ragihandina Rûdawê; Zêbarî forma seredana serokkomariyê dagirtiye û daye dîwana serokatiyê. Kesên bixwazin bibin namzed heya 13 ê mehê dikarin seredana xwe bikin.

YNK heya niha namzedê xwe aşkera nekiriye lê behsa Berhem Salih car din derbas dibe. Weka adetekî ji sala 2003 an heya niha di nav Iraqê de serokkomariya Iraqê Kurd, serokwezîrtiya Iraqê Şîa û serokatiya meclisê Erebên Sunnî dikin.

Hoşyar Zêbarî kiye?

Hoşyar Mahmûd Muhammed Zêbarî di 02.01.1953 de hatiye dinyayê. Di sala 1976 an de li Ammana Urdunê di siyasetê de xwendina bilind kiriye û li Îngîltere li Zankoya Essexê di seha civaknasiyê de mastera xwe kiriye.

Di salên 1990 an de berdevkê PDK ê yê karên derve bû. Li ser navê partiyê li Londra û Amerîkayê karê partiyê dimeşand. Zêbarî navbera salên 2006-2010 an de wezîrê karên derve, di salên 2014-2016 an de 2 sal wezîrê darayî yê Iraqê bû.