Iraqê rekora henardekirina neftê sikand
PeyamaKurd - Rêveberiya Ragihandina Enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku Iraqê meha borî, zêdetirî 5 milyon bermîl neft firotiye DYAyê.
Li gorî daneyên ragihandina enerjiyê, hilberîna neftê ya Iraqê, di meha Gulanê de bi qasî 430 hezar bermîl zêde bûye.
Li gorî daneyên ku di 7ê Tîrmehê de ji aliyê Rêveberiya Ragihandina Enerjiyê ya DYAyê ve hatin belavkirin, Iraqê di meha Pûşperê de zêdetirî 5 milyon bermîl neft henarde kiriye.
Iraqê di hefteya dawî ya meha Pûşperê de ji 5 milyon bermîl neftê milyon û 337 hezar bermîl henarde kiriye.
Li gorî hefteya borî henartina nefta Iraqê ya rojane ya ji bo DYAyê 4 hezar bermîl kêm bûye.
Iraqê di meha Pûşperê de 5 milyon û 446 hezar bermîl neft henardeyî DYAyê kiriye.
Di hefteya pêşî ya mehê de bi rêjeya rojane 228 hezar bermîlan rekora henardekirina herî zêde bi dest xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin