Îsraîl: Em nahêlin Hizbullah vegere!
PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî amaje bi wê yekê kir ku ew rê nadin Hizbullah ku li deverên nêzîkî sînorê Lubnanê û Îsraîlê bi cih bibe.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Serfermandarê Giştî Herzî Halewî serdana bakurê welêt kiriye.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya serdana xwe de, Halevî rewşa fermandarên lîwayên artêşa Îsraîlê yên beşdarî êrîşa bejahî ya li başûrê Lubnanê bûne nirxand.
Li gorî nûçeyê, Halevî ku piştî serdanê daxuyaniyeke vîdeoyî da, îdia kir ku li Beyrûtê û Geliyê Bekayê û herwiha li başûrê Lubnanê derbên giran li Hizbullahê xistine û ew ê berdewam bin."
Halevî di daxuyaniya xwe de got, "Em ê di pêşerojê de rê nedin ku Hizbullah xwe li van cihan (herêmên li başûrê Lubnanê yên nêzî sînorê Îsraîlê) bi cih bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin