Ji Wezîr Yerlîkaya daxuyaniya erdhejê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku piştî erdheja bi lerza 5an a ku îro li navçeya Kozan a Edeneyê pêk hat, heta niha ti rewşeke neyînî nîne.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku erdheja bi lerza 5an a li navçeya Kozan a Edeneyê li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.
"AFADê û hemû ekîbên saziyên me yên pêwendîdar demildest dest bi lêkolîna qadê kirin. Heta niha rewşek neyînî tune. Hêvî dikim welatiyên me yên ku ji erdhejê zirar dîtine sax bibin. Xwedê welat û miletê me ji felaketan biparêze."
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û xwest ku zû baş bibe û wiha got: "Her çendî ku heta niha rewşek neyînî çênebûye jî ekîbên Midûriyeta Parêzgeha me dest bi xebata meydanî kirine. Em geşedanan dişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin