Kissinger û Xi Jinping civiyan

20 July 2023 17:00 0 dîtin
Kissinger û Xi Jinping civiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Çînê de hatin ragihandin, Serokê Çînê Xi Jinping li Pekînê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger re civiya.

Medyaya dewletê ya Çînê, Kissinger wekî 'dîplomatekî efsanewî' pênase kir.

Serdana Kissinger, piştî serdana Qasidê Avhewayê yê Amerîkî John Kerry, Wezîra Xezîneyê Janet Yellen û Wezîrê Derve Antony Blinken hat kirin.

Hat diyarkirin ku Xi, bi Kissinger re li Mêvanxaneya Dewletê ya Diaoyutaiyê, li heman cihê ku di sala 1971an de dema ku ew li ser wezîfeya xwe bû, bi Serokwezîrê Çînê yê wê demê Zhou Enlai re hevdîtin kir.

Serokê Çînê Xi ji Kissinger re got, "Gelê Çînî wê hevalê xwe yê kevn, keda weya dîrokî ya ku we ji bo pêşdebirina têkiliyên Çîn û Amerîkayê û zêdekirina dostaniya gelên herdu welatan ji bîr neke."

CCTV bal kişand ku Kissinger ji sala 1971ê vir ve zêdetirî 100 caran çûye Çînê, di heman demê de Xinhua serdana dawî ya Kissinger wekî "serdana wî ya yekem a Çînê piştî 100 saliya xwe" bi nav kir.

Her wiha ragihand ku Kissinger ji Wezîrê Parastinê yê Çînê Li Şangfu re gotiye ku "Di cîhana îroyîn de kêşe û derfet bi hev re hene û divê Amerîka û Çîn jî şaştêgihiştinê ji holê rakin, bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn û ji pevçûnan dûr bikevin.”

Rêvebirê Ofîsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê Wang Yi da zanîn ku pêwîstiya polîtîkaya Amerîkayê yên Çînê bi aqilmendiya dîplomatîk a Kissinger û wêrekiya siyasî ya bi şêwaza Nixon heye.