Kurtenavê HEDEPê bû DEM Partî

11 December 2023 14:19 0 dîtin
Kurtenavê HEDEPê bû DEM Partî

PeyamaKurd - Kurteya navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherî û bû “DEM Partî”.

Partiya Çepên Kesk biryar dabû navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay) qebûl nekiribû ku kurteya navê Partiya Çepên Kesk bibe HEDEP.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku HEDEP, navê HADEPê bi bîr tîne û dibe ku ev nav werin tevlîhevkirin.

Dadgeha Bilind biryara xwe ji HEDEPê re şand û jê xwest ku kurtkirina navê partiye xwe biguhere.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan piştî vê yekê biryar da ku kurteya navê partiyê bibe DEM Partî.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Ayşegul Dogan, kurteya navê nû yê partiya xwe ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Ayşegul Doganê, kurteya navê nû yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan bû DEM Partî.