Li Colemêrgê erdhejeke tirsnak!

03 February 2024 11:29 0 dîtin
Li Colemêrgê erdhejeke tirsnak!

PeyamaKurd – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi lerza 4,3an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, di saet 06.09an da bi lerza 4,3an erdhejek ku navenda wê Geverê ye, pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "Piştî erdheja bi lerza 4.3 ku serê sibê saet 6.10an li bajarê me pêk hat, heta niha tu rewşek neyînî derneketiye. Ji hemû hemwelatiyên me derbasbûyî be. Xwedê welat û miletê me ji hemû karesatan biparêze."

Rasatxaneya Kandîllî ragihand ku navenda erdhejê navçeya Çukurca ya Colemêrgê ye.

Kandillî mezinahiya erdhejê weke 4,1 û kûrahiya wê jî 7,0 kîlometre pîvand.