Li DYAyê hisyariya êrîsa çekdarî!

13 March 2025 10:24 0 dîtin
Li DYAyê hisyariya êrîsa çekdarî!

PeyamaKurd – Ji ber agahiya êrîşa bi çek a li nexweşxaneyeke zarokan a li DYAyê hat kirin, gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Amerîka careke din ji ber êrîşên çekdarî di hişyariyê de ye.

Zêdetirî 200 polîsên li Loma Linda ya Kalîforniyayê li cihê êrîşa çekdarî ya li Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Loma Linda tedbîr girtin.

Ekîbên polîsan hişyarî dan gel ku xwe ji qadê dûr bixin.

Tê texmînkirin ku êrîşkar di avahiyê de ne.

Derbarê kuştî û birîndaran de hîn ti agahî nehatin bidestxistin.