Li Lîbyayê, goreke komî hat dîtin
PeyamaKurd- Li Lîbyayê ku pevçûnên navxweyî lê dijwar in, goreke din a komî hat dîtin. Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn ji gora komî ya li bajarê Sirtê yê li rojavayê Lîbyayê, gelek cendek hatine derxistin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Saziya Lêgerîn û Teşhîsa Wendayan a Hikûmeta Lîbyayê hat dayîn, hat ragihandin ku hefteya borî li herêma Seba ya Sirtê goreke komî hatiye dîtin.
Di dema ku li gelek deverên welêt gorên komî hatin derxistin, hat destnîşankirin ku di encama xebatên rayedarên dewletê yên li Sêrtê de di gora komî de cenazeyên 18 kesên ku heta niha nasnameya wan nehate zanîn, hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniyan, tê payîn ku piştî lêkolîna laboratûwarê nimûneyên ku ji cendekan hatine tomarkirin ji bo saziya tiba edlî bên şandin da ku nasname bên tespîtkirin.
Bajarê Sirtê ku rêxistina terorîst a IŞÎDê di destpêka sala 2015an de kontrol kiribû, di Kanûna 2016an de car din ji destên rêxistina terorê hatibû rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin