Li Meksîkayê êrîsa kartelê: 6 kustî

15 October 2022 00:53 0 dîtin
Li Meksîkayê êrîsa kartelê: 6 kustî

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Sonorayê li bajarên San Luis Rio Colorado û Rosario Tesopaco endamên kartelê yên çekdar di heman wextê de êrîş kirin ser sîvîlan û 6 kes jiyana xwe ji dest da. Çekdarên kartelê bi çekan li xaniyan, erebeyan û xelkê xistin.

Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê yên eyaletê, polîs û artêş ket nav tevgerê. Li bajarê San Luis Rio Colorado hêzên asayîşê û endamên kartelê lihev xistin û di encamê de 4 sûcdar hatin kuştin û dest danîn ser gelek sîlihan.

Li bajarê Rosario Tesopaco jî çekdarên kartelê bi çekan li xelkê xistin û di encamê de 2 hemwelatî mirin û 3 erebeyan şewitandin.